Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Doza Qetliama Konayayê de Parêzeran Rûniştinê Terikandin


Doza Qetliama Konayayê de Evuqatan Runiştinê Terikandin

Welatîyê Kurd Yaşar Dedeooğulları, digel hevjînû 5 zarokên xwe, li bajarokê Merama bajarê Konyayê, di 30ê Tîrmehê de di êrîşek çekdarî de li mala xwe hatibû kuştin.

Rûniştina ku êrîşkar Mehmet Altun heşt kesên ji malbatên Keleş û Çalik tên dadkirin roja Sêşemê li Dadgeha Ceza ya Giran ya 4an ya Konyayê hate dîtin.

Parêzerên malbata Dedeogulları xwestin doza ku di meha Gulanê de cîranê Dedeogullari êrîş kiribûn û doza kuştina wan bikin yek lê dadger dexwazê red kir.

Parêzaran jî xwest ku dadwer ji dozê derkeve, lê ev dexwaz jî hate red kirin. Piştî vê biryarê parêzerên malbata Kurd rûniştina dozê terk kirin.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li ser navê malbata Dedeogullari dozê dişopîne.

''Em dibînin ku mahkeme dixwaze bûyerê weke erişek şexsi, kuştinek ji rêzêbide nişandan lê em dizanin ku ev êrîşek nîjadperestî ye. Dilê dadgehê nine ku piştevanên erîşkar werin ronî kirin.''

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_02_08_2022_Dedeogullari_Parêzer
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:35 0:00

XS
SM
MD
LG