Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamentera HDP'ê Huda Kaya Doza Êrîşa Ser Malbata Dedeogullari Dinirxîne


Parlementer Huda Kaya
Parlementer Huda Kaya

Li bajarê Konya ya Tirkîyê îro Înîyê rûniştina yekê ya doza êrîşa diji malbata Kurd ya Dedeogullari pêk hat.

Malbata Kurd ya Dedeogullari di 12 Gûlana 2021'an de li nevçeya Meram ya Konyayê ji alîyê cîranên xwe ve rastî êrîşeke hatibûn.

Di wê êrîşê de Yaşar Dedeogullari digel hevjîn û pênc zarokên xwe birîndar bibûn.

Malbata Dedeogullari piştre di 30'ê Tîrmeha 2021'an de, di êrîşeke nijadperestî ya hêla heman kesan ve hatibûn kuştin.

Navên endamên wê malbata Kurd ku hatibûn kuştin; Yaşar Dedeogullari, Bariş Dedeogulları, Serpîl Dedeogullari, Serap Dedeogullari, İpek Dedeogulları, Metin Dedeogullari û Sibel Dedeogullari.

Di destpêkê de 13 kes hatibûn girtin û di nav demê de 12 kes ji wan hatin berdan û niha tenê kujerê sereke Mehmet Altun girtî ye.

Di dozê de kujer Mehmet Altun jî di nav de 11 kes têne darizandin.

Doz îro bi bi amadebûna hejmareke zêde yên parêzer, sîyasetvanên ji partîyên cuda , nûnerên rexistinên hiqûqî û mafan hate darxistin.

Lê, li dadgehê jiber ku her du êrîşkaran jî di parastina xwe de Bariş Dedogullari tawanbar kirin, alozî rû da.

Di navbera êrîşkaran û endamên malbata Dedogulları nîqaşên devkî çêbûn û ev yek di demeke kurt de vegerya pevçûneke.

Parlamenter Hûda Kaya jî digel sê parlamenteran beşdarê runiştina dozê bû û bi Dengê Amerîka re çavderîyên xwe parvekir.

Hûda Kaya ragihand ku polîsan nehiştine ku xizmên Dedeogullari dengên xwe bilind bikin û dijî wan bi helwestekî dijminane tevgerîyan in.

Hevdem, Kaya destnîşan kir ku polîsan parastina êrîşkaran kirine lê berevajî êrîşê endamên malbata Dedeogullari kirine.

“ Heya polîsekî ku li salonê ser kursîyan qebaz da bi armanca ku êrîşê xizmê malbata Dedogulları bike. Piştre qîrê ser wan kir û got ‘Hûnê bibînin’ û bazda cîhê emanetê ku çeka xwe bîne. Me bi çavê xwe ev tundît dît, dibe qey ev polîsana parêzerên malbata êrîşkar in, wiha tevgerîyan,“ Kaya got.

Dadwer dozê paşde avêt û di meha Sebatê de dê were dar xistin.

Hûn dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin.

KHF_01_14_2022_Doza_Malbata Dedeogullari
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:00 0:00

XS
SM
MD
LG