Zimanzanê kurd Deham Ebdulfettah, ku ji salan ve li ser zimanê Kurdî- Kurmancî dixebite. Pirtûkek nû di bin navê ( Mistek ji arîşeyên Zimanê Kurdî- Kurmancî) nivîsandiye û ji aliyê weşanxana Lîs li Amedê hateiye çapkirin û belavkirin.
Di derbarê vê pirtûkê te Dengê Amerîka hevpeyvînek bi mamoste Deham re kir, da ku naverok û mijarên tê de şîrove û zelal bike.
Mamoste Deham dibêje: Pitûka min berdewamiya xebatên minî zimanî ye, ku hin arîşeyên di zimanê kurdî- Kurmancî- de bidim ber çavan û li ser wan giftûgo bên kirin, da ku paşguh nemînin.
Pirtûk ji 129 rûpelên navîn pêk tê, û naveroka wê ji 23 mijarên zimanî pêk tê.