Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cureya COVID-19 ya bi Navê Delta li Fransa jî Belav Dibe


Cureya vîrusa korona ya bi navê Delta, ku cara pêşî li Hîndistanê hatibû dîtin, rêjeya xwe ya li Fransa zêdetir dike.

Wezîrê Saxlemî yê Fransa Olivier Veran da zanîn ku 20 ji sedê pêketinên vîrusa korona yên li welêt cureya Delta ne.

Veran da zanîn ku hejmara pêketinên vîrusa korona dadikeve, lê rêjeya cureya Delta zêdetir dibe.

Li Fransa do Duşemê bi tenê 509 pêketinên nû yên vîrusa korona hatine tespît kirin ku ew hejmar di 14’ê Nîsanê de heta 42,225’an jî rabûbû.

Wezîrê Saxlemî yê Fransa Veran bi bîr xist ku cureya vîrusa korona ya bi navê Delta ji yên din pirtir belav dibe û dîyar kir ku li welatê wan jî hêdî hêdî dibe cureya berbelavtir.

Almanya dabû zanîn ku pêketinên cureya Delta di nav hefteyekê de du qat zêde bûne û dîyar kiribû ku jiber ku ew cure li seranserê cîhanê belav dibe divê hin sînordarkirinên rêwîtîyê werin ragihandin.

XS
SM
MD
LG