Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Necdet Îpekyuz Ser Rewşa Demîrtaş Agahî Dide Deng Amerîka


Serdozgerîya Edîrneyê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş îro ji nexweşxaneya Zanîngeha Trakya re hatiye rakirin.

Serdozgerî dibêje ku di heman roja Demîrtaş birine doktor, lê ti pirsgirêkên saxlemîyê nehatine dîtin, lê jibo lêkolîneke berfireh li Zanîngeha Trakayayê ji doktoran termîna muayneyê hatîye girtin.

Parlamenterên HDP’ê, Erol Katircioglu û Necdet Îpekyuz îro çûn serdana Demîrtaş.

Parlamanterê HDP’ê yê Batmanê Dr. Necdet Îpekyuz ji Dengê Amerîka re got ku rewşa saxlemîya Demîrtaş baş xuya dikir.

Wî da zanîn ku jiber sedemên ewlehîyê hinartina Demîrtaş ji nexweşxanê re dereng ketiye.

KHF_Demîrtaş_Îpekyuz
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:55 0:00


XS
SM
MD
LG