Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzer Kirkazak Dibêje Erêkirina Cezayê Demîrtaş Biryareke Sîyasî Ye


Dadgeha Bilind ya Tirkîyê (Yargitay) 4 sal û 8 meh cezayê hevserokê HDP’ê yê bere Selahattîn Demîrtaş erê kir.

Dadgeha Cezaya Giran ya 26’an jibo axaftina Demîrtaş ya di 17’ê Adara 2013’an de, di pîrozbahîya Newroza Stenbolê de 4 sal û 8 meh ceza dabû wî.

Parêzerê Demîrtaş Cahît Kirkazak got ku ew ceza ne hiqûqî, lê sîyasî ye.

Kirkazak da zanîn ku doza Demîrtaş û Sirri Sureya Onder di yek dosyayê de bûn, lê cezayê Demîrtaş hate pejirandin.

“Li Tirkîyê rastî hiqûq di bin bandora sîyasetê de dimeşe. Birêz Demîrtaş û Sirri Sureya Onder di yek dosyayê de dihatin darizandin. Doza Onder hate xirakirin lê ya Demîrtaş hate erê kirin. Ev yek rewşa hiqûqa Tirkîyê dîyar dike. Ji yek dosyayê de em du hiqûqê dibînin.”

Kirkazak bal dikşîne dema erêkirina Demîrtaş û îdia dike ku desthilatî bi vê yekê peyamê dide.

“Cezayê Demîrtaş di roja ku Doza Kobanê destpê kir de hate dayîn. Rastî desthilatî bi vê biryarê mesajekê dide loma ev ceza sîyasî ye.”

Cîgirê hevserokê HDP’ê û Berpirsê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Umît Dede jî di daxuyanîyeke nivîskî de got bi destê hiqûqê hem li ser parlamanterên wan û hem jî li ser partîya wan sîyaseta tunekirina tê meşandin.

ED_30_04_2021_Demîrtaş_Kirkazak
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:34 0:00

XS
SM
MD
LG