Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hatîmogullari: AKP û MHP Dijî Kurdan Hevkarî Dikin


Hevseroka Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari got ku divê Kurd dengên xwe nedin Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP).

Hatîmogullari di mîtînga bajarokê Sirûcê ya Ruhayê de dîyar kir ku AKP û Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) dijî Kurdan hevkarîyê dikin.

‘’Divê ti Kurd dengê xwe nedin AKP’ê. Her dengê jibo AKP’ê tê dayîn ji MHP’ê re diçe. Divê herkes vê yekê bibîne.’’

Lê, Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan dibêje ku ew partîya hemî Tirkîyê ne û herî zêde parlamanterên Kurddii nava partîya wî de hene.

Hatîmogullari herwiha got ku bi nêzîkbûna hilbijartinên 31’ê Adarê re operasyonên girtina endamên DEM Partî çêdibin û zextên desthilatê nikarin wan rewestînin.

Hevseroka DEM Partî got ku di hilbijartinên borî de jî li ser wan givaştin çêbûne, lê ew dîsa jî bi ser ketine.

Dawîya hefteyê, li Sirûcê nêzî 20 kes jiber îdiayên wek "alîkarîya jibo rêxistina terorî" hatibûn desteser kirin.

Jêder: Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG