Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevseroka DEM Partî Dibêje jibo Stenbolê Hîn bi CHP'ê re Ti Hevkarî Çênebûye


Hevseroka Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari got ku wan bi Partîya Gel ya Komarî (CHP) re ser Stenbolê hîn ti hevkarî çênekiriye.

Hatîmogullari ji rojnamevanan re dîyar kir ku gava jibo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê hevkarîyek çêbe ewê eşkere be.

‘’Jixwe danûstandin û hevkarîyên me yên ser lihevkirina di asta bajêr de wê jibo bîragiştî vekirî bin. Gava rewş zelaltir bû emê ragihînin.’’

Wê dîyar kir ku ewê li Enqere ya paytexta Tirkîyê berbijarê wan hebe, lê rewş jibo Stenbolê zelal nebûye.

Karbidestên CHP û DEM Partî, ku li parlamana Tirkîyê du partîyên mezin yên rikeberîyê ne, di rojên borî de danûstandin kiribûn, lê piştî hevdîtinan ti hevkarî nehatibû ragihandin.

Di hilbijartinên 2019’an de Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha DEM Partî tê dîtin, li bajarên mezin yên li rojavayê Tirkîyê li hember desthilatê piştgirî dabû berbijarên rikeberîyê.

Bajarên mezin yên Tirkîyê yên wek Stenbol, Enqere û Îzmîrê di destê rikeberîyê de ne.

Jêder: Arti Gerçek

XS
SM
MD
LG