Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DEM Partî Dibêje Stratejîya Sala 2019'yan ya Piştgirîdana CHP'ê Êdî Nameşe


Parlamanterê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Saruhan Oluç got ku stratejîya wan ya sala 2019’an ya ser piştgirîya jibo berbijarên Partîya Gel ya Komarî (CHP) êdî nameşe.

Oluç ji komeke rojnamevanan re dîyar kir ku her çiqas hin kes ji wan re dibêjin ku vegerin ser stratejîya sala 2019’an jî, ewê li rojavayê Tirkîyê bi berbijarên xwe bikevin hilbijartinan.

‘’Ger herkesî ji sala 2019’an bi awayekî erênî ders bistanda me dikaribû îro gavên hîn baş û kêrhatî biavêtana. Xuya ye herkes bi heman nêrînê li encaman nanêre.’’

Oluç got ku ew spasîya wan kesan dikin ku dixwazin wan vegerînin stratejîya sala 2019’an, lê dîyar kir ku ewê venegerin wê.

Oluç bi bîr xist ku CHP’ê jî li bajarên li herêma Kurdan berbijar derxistine û got ku mafê DEM Partî jî heye ku li bajarên li rojavayê Tirkîyê berbijarên xwe nîşan bide.

Wî got ku derdora CHP’ê her çiqas dibêje ku ew DEM Partî jibo têkbirina wê berbijaran derdixe jî armanca partîya wî serketina wan bi xwe ye.

DEM Partî û CHP’ê ser lihevkirina di asta bajêr de danûstandin kirin, lê hevkarîya wan tenê jibo Mersîn, Manîsa û Esenyurt ya Stenbolê hat ragihandin.

Di hilbijartinên 2019’an de, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha DEM Partî tê dîtin, li bajarên mezin yên li rojavayê Tirkîyê li hember desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) piştgirî dabû berbijarên muxalefetê.

Stenbol ji wan bajarên mezin e ku sala 2019’an bi berbijarîya Ekrem Îmamoglu ket destê CHP’ê.

Îmamoglu li Stenbolê jinûve berbijarê CHP’ê ye û li hember wî berbijarê AKP’ê Murat Kurum û berbijarên DEM Partî jî Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî ne.

Jêder: X, Arti Gerçek

XS
SM
MD
LG