Hevserokên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li Girtîgeha Marmara çûn serdana Bekîr Kaya, Osman Kavala, Tayfun Kahraman, Can Atalay û Selçuk Kozagaçli.
Hatîmogullari û Bakirhan piştî serdanê li pêş girtîgehê daxuyanî da.
Di daxuyanîyê de, Hatîmogullari dîyar kir ku Parka Gezî wîjdana civaka Tirkîyê ye.
‘’Dixwazin bedelên berxwedana Parka Gezîyê bi wan însanan dayîn bidin ku ketine girtîgehan. Osman Kavala, Çîgdem Mater, Can Atalay dixwazin bedelan bi wan bidin dayîn.’’
Wê dîyar kir ku ti kes nikare Parka Gezîyê bidarizîne û nabe ku bi mîlyonan kes werin dadgeh kirin.
Hevseroka HDP’ê cezayên Doza Kobanê jî bi bir xist û got ku Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş bi heman mantiqê ceza sitandine.
Hatîmogullari dîyar kir ku ya wan ji Parka Gezîyê Heta Kobanê berxwedan e.
Bakirhan jî dîyar kir ku dema bûyerên Parka Gezîyê ti sûc çênebûye.
‘’Li hember talana xwezayê seknek hebû li Parka Gezîyê, berxwedanek hebû. Kê Parka Gezîyê veguherand dojehê, kê panzer ajotin ser wir û gaz avêtin wir, divê ew werin darizandin.’’
Wî got ku divê girtîyên Parka Gezîyê û Doza Kobanîyê werin berdan û dîyar kir ku heta ku ew doz hebin ewê Tirkîyê pêşve neçe.
Bakirhan bi bîr xist ku Can Atalay wek parlamanter hatiye hilbijartin û dîyar kir ku divê ew demûdest were berdan.
Hevserokê DEM Partî got ku li gor biryarên Dadgeha Qanûne Bingehîn ya Tirkîyê jî divê Atalay were berdan û dîyar kir ku divê dawî li darizandinên nehiqûqî were.
Jêder: Ajansa Mezopotamya