Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) li bajarên Kurdan stratejîya xwe zelal kir û di dawîya hefta çûyî de jî li tevahîya wan bajar û bajarokan pêşhilbijartinên xwe xilas kir.
Niha bala desthilatdarî û opozîsyona Tirkîyê li ser DEM Partîyê ye ku ewê li bajarên li rojavayê Tirkîyê çi bike?
Berdevika DEM Partîyê Ayşegul Dogan di rojên borî de got ku Enqere û Antalya jî têde ewê li 35 bajar û bajarokên Tirkîyê bi berbijarên xwe beşdarî hilbijartinan bibin.
Lê, jibo Stenbolê DEM Partîyê heta niha jî tiştekî zelal ranegihandiye.
Serokê Giştî yê Lêkolîna Rawest Roj Esîr Gîrasûn û Serokê Lêkolîna MAK’ê Mehmet Alî Kulat nêrînên xwe yên ser hilbijartinên 31'ê Adarê û DEM Partîyê ji Dengê Amerîka re vegotin.
Roj Esîr Gîrasûn dîyar dike ku pêwîstîya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Gel ya Komarî (CHP) bi DEM Partîyê heye. Gîrasûn dide zanin ku bendewarîya AKP ew e ku DEM Partî, Stenbol û li gelek bajaran berbijaran derxîne.
“Bi ya min daxwaza AKP ew e ku DEM Partî di serî de Stenbol li gelek bajaran bi namzedê xwe beşdar bibe. AKP’ê li Stenoblê wezîrê berê Murat Kurum namzed nîşan da. Heke DEM Partî li Stenbolê berbijar dernexîne, Murat Kurum dijwar e serketî bibe.”
Hevdîtinên navbera CHP û DEM Partîyê berdewam dikin. Heta niha ji herdu alîyan tiştekî zelal pêk neanîne. Gîrasûn gava vê yekê dinîrxîne daxwazên AKP’ê û CHP’ê ji DEM Partîyê wiha tîne ziman:
“Daxwazên AKP’ê û CHP’ê ji DEM Partî’yê wekhev nîn in, cûda ne. Bi ya min CHP’ê hê daxazên xwe zelal nekiriye. CHP dixwaze DEM Partî li Stenbolê berbijarekî ne xurt derxîne yan jî berbijar dernexîne û rasterast piştgirî bide Ekrem Îmamoglu. AKP jî dixwaze ku DEM Partî namzedekî xurt li Stenbolê dîyar bike ku dengê wan neçe CHP’ê.”
Mehmet Alî Kulat jî radigîhîne ku DEM Patî di navbera desthilatdarî û opozîsyona Tirkîyê de neçer maye.
“Ev tişt niha tê qisekirin. Hikûmet rasterast dîyar neke jî, ji DEM Partîyê re dibêje heke tu naxwazî qayûm were destnîşankirin piştgirî nede CHP’ê an jî piştgirîya me bike. A rastî hilbijêrên DEM Partî çawa wê piştgirî bidin AKP’ê ev jî tiştekî têkel e.”
Kulat dide zanîn ku li gor lêkolînên wan AKP di van demê dawî de hinekî li pêş e. Kulat dîyar dike ku rêjeya hilbijêrên DEM Partîyê li Stenbolê ji sedî 10 zêdetir e, li ber vî jî heke DEM Partî alîkarî nede CHP’ê Ekrem Îmamoglu zehmet e ku li Stenbolê serketî bibe.
Hêjayî gotinê ye ku Hevseroka DEM Partî Tulay Hatîmogullari gotibû ku wan bi CHP re ser Stenbolê hîn ti hevkarî çênekiriye.