Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DEM Partî Protestoyên Dijî Qayuman Didomîne


Dîmenek ji xwepêşandana DEM Partî li Colemêrgê. 6'ê Hezîranê, 2024. (Wêne: Arif Aslan)
Dîmenek ji xwepêşandana DEM Partî li Colemêrgê. 6'ê Hezîranê, 2024. (Wêne: Arif Aslan)

Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) protestoyên dijî qayumê ku bi fermana Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê dest danîye ser Şaredarîya Colemêrgê didomîne.

DEM Partî wê sibê Înê li Gever ya Colemêrgê û li Wanê dijî qayum protestoyan li dar xe.

Ew partî dîyar dike ku wê li hevserok Tuncer Bakirhan li Geverê û hevserok Tulay Hatimogullari jî li Wanê beşdarîyê li protestoyan bikin.

Bajarvanîya Colemêrgê di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi 48,91 ji sedê dengan ketibû destê DEM Partî, lê şaredarê wê Mehmet Sidik Akiş di rojên borî de bi tohmeta peywendîyên bi Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) re, ku Tirkîye wek rêxistineke terorê dibîne, hat girtin û jibo bajarvanîyê qayum hat erkdar kirin.

Kulîsên parlamana Tirkîyê dîyar dikin ku wê Wezareta Navxweyî di rojên pêş de bi qayuman dest deyne hin şaredarîyên din yên DEM Partî yên li nêzî sînorên welêt.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser erkdarkirina qayum got ku ger berbijar dijî qanûnan tevbigere ewê jî li gor qanûnan tevbigerin.

Erdogan dîyar kir ku hiqûqnas karên xwe dikin û ewê karên xwe bidomînin.

Bajarvanê Mêrdîn Ahmet Turk ser qayuman got ku xêncî Partîya Gel ya Komarî (CHP) partîyên din ser erkdarkirina qayuman dengê xwe dernaxin û dîyar kir ku divê êdî sîyaseta Tirkîyê dijî binpêkirina hiqûqê dengê xwe bilind bike.

Turk dîyar kir ku Kurd wê li hember destdanîna ser bajarvanîyê bê deng nemînin û bertekên xwe bi awayekî xurt û demokratîk nîşan bidin.

Sîyasetvanê dêrîn di hilbijartinên herêmî yên 2014 û 2019’an de jibo Bajarvanîya Mêrdînê hatibû hilbijartinan lê di her du dewran de jî hat girtin û Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê bi qayuman dest danî ser şaredarîyê.

Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de Turk careke din jibo Bajarvanîya Mêrdînê bû berbijarê DEM Partî û hat hilbijartin.

Jêder: NTV, Gazete Duvar, Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG