Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DEM Partî Dibêje YSK Ji Biryara Xwe Vegeriya


DEM Parti
DEM Parti

Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ragihand ku Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) biryar daye ku mazbataya Bajarvanîya Wanê bide berbijarê wê Abdullah Zeydan yê bi 55 ji sedê dengan bi ser ketî.

DEM Partî dîyar kir ku YSK piştî "berxwedana gelê Kurd, dostên wan û bîragiştî ya demokratîk" biryar daye ku mazbatayê bide Zeydan.

Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan jî got ku biryara ku gerek bihata ragihandin hatiye ragihandin û dîyar kir ku îradeya gelê Wanê sax bûye.

Komîsyona Bilind ya Wanê dîyar kiribû ku mafên hilbijartinê yên Zeydan hatiye sitandin û mazbata dabû Berbijarê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Abdulahat Arvas ku li dû Zeydan, 27 ji sedê dengan sitandibû.

DEM Partî ser wê biryarê banga protestoyê kiribû û di çalakîyê de, ku li pêş avahîya partîyê ya li Wanê li dar ketibû, polîsan bi gazê mudaxale li Zeydan û alîgirên partîyê kiribûn.

Walîtîya Wanê jibo 15 rojan hemî kombûn û çalakîyên li bajêr qedexe kiribûn.

Hêjayî balkişandinyê ye ku DEM Partî li tevahîya 14 bajarvanîyên Wanê bi ser ketibû ku li Tirkîyê tekane bajarê di destê partîyekê de ew bajar e.

Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ser bûyerên li Wanê bi nameyekê bang li Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kiribû ‘’binpêkirina hiqûqê’’ bisekinîne û ‘’îradeya gelê Wanê’’ qebûl bike.

Demîrtaş dîyar kiribû ku "dem ne dema pevçûnan e, lê dema avakirina aştîyê ye."

Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî dîyar kiribû ku divê ew li hêla demokrasîyê bisekinin û bang li heyetên dadgehan û hikûmetê kiribû ku li hember îradeya gel rêzdar bin.

Jêder: Ajansa Mezopotamya, NTV, ANKA

XS
SM
MD
LG