Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîsyona Hilbijartinê ya Wanê Serketina Berbijarê DEM Partî Qebûl Nekir


DEM Parti
DEM Parti

Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ragihand ku mafê serketina berbijarê wê yê jibo Bajarvanîya Wanê Abdullah Zeydan hatiye sitandin.

DEM Partî dîyar kir ku tevî ku Komîsyona Bilnd ya Hilbijartinê (YSK) berbijarîya Zeydan pejirandiye jî Wezareta Dadê, roja Înê ya 29’ê Adarê, 5 deqîqe berî mesaî biqede ser mafê qedexekirî yê Zeydan îtiraz kiriye.

Li gor ragihandina DEM Partî, dozgerî ser îtirazê serî li dadgehê daye û dadgehê jî mafê qedexekirî sitandiye û daxwazê sitandina maf red kiriye.

Zeydan di hilbijartinên roja Yekşemê de 55,48 ji sedê deng sitandibûn.

Komîsyona Hilbijartinê ya Wanê ragihand ku wê ser daxwaza berbijarê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Abdulahat Arvas vekolîn kiriye û biryar daye ku Zeydan nikare were hilbijartin.

Wê komîsyonê biryar da ku mazbataya bajarvanîyê bidin Arvas yê li rêzê duyê ku 27,15 ji sedê deng sitandibûn.

Parêzerê Zeydan, Mahsunî Karaman dîyar kir ku divê Zeydan mazbatayê bistîne û got ku ger mazbatayê nedin wî ewê dest bi prosesa hiqûqî bikin.

Karaman dîyar kir ku rewiş û peyvajo nîşan dide ku hin tiştên di vê mijarê de ji berê de hatine plan kirin.

Parlamanterê Partîya Gel ya Komarî (CHP) yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî bertek nîşan da û dîyar kir ku AKP naxwaze îradeya gel qebûl bike.

Tanrikulu got ku AKP hewil dide ku mazbatayê bide berbijarê ne serketî.

Zeydan sala 2015’an ji Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bû parlamanterê Colemêrgê û sala 2016’an hat desteser kirin û bi îdîya dewleta Tirk ku wî alîkarîya jibo rêxistina terorê û propaganda kirine, ceza sitand.

Ew heta serê sala 2022’yan di girtîgehê de ma û wî di heman salê de mafên memnu sitandin.

Mafên qedexekirî, jiber rewşa girtîmayînê mafên serekî sînordar dike.

XS
SM
MD
LG