Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêjeya Serkeftina Partîyan Li Herêmên Kurdên Tirkiyê


Nexşeya (YSK)ê ya hilbijartinên 31ê Adarê li Tirkiyê
Nexşeya (YSK)ê ya hilbijartinên 31ê Adarê li Tirkiyê

Di hilbijartinên 31 Adara 2024’an de Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî), şaredarîyên ku qayûm li ser wan hatibûn dîyarkirin careke din bi dest xistin û li herêmên Kurdan bû yekemîn partî.

Di 24 bajarên ku li nav herêmên Kurdan cî digrin de 10 bajar DEM Partî, 8 bajar Partîya Dad û Pêvşebirinê (AKP), 2 bajar Partîya Gel ya Komarî (CHP), 2 bajar Partîya Tevgera Netewperwer (MHP), 1 bajar Partîya Yektîya Mezin (BBP) û 1 bajar jî ji nû ve Partîya Refah (YRP) girt.

Di nexşeya Tirkîyê de herêmên Kurdan wek Herêmên Rojhilata Anatolîyê û Herêmên Başûrê Rojhilata Anatolîyê tên binavkirin.

DEM Partîyê li herêmên Kurdan Amed, Wan, Mêrdîn, Batman, Sêrt, Colemêrg, Ixdır, Mûş, Agirî û Dêrsim qezençkirin û bajaarê Qersê ku di destê DEM Partî de bû winda kir.

Lê li herêmên Kurdan AKP’ê Şirnax, Çewlik, Xarpêt, Meletî, Mereş, Dîlok, Erzirûm, Bitlîs, MHP’ê Qers û Erzîngan, CHP’ê Semsûr û Erdaxan, YRP’ê Riha, BBP’ê jî Sêwaz qezenç kir.

Di nav 24 bajaran de kêm-zêde rêjeya AKP ji %33, DEM Partî ji %32, CHP ji %13, YRP ji %13, MHP ji %5, BBP ji sedî 2, yên din jî ji %2 dîyar dibe.

Li 10 bajarên ku DEM Partî serkeftî bûye rêjeya navînî ya giştî; DEM Partî ji % 48, YRP ji %23, AKP ji 22 CHP ji %5, yên din jî ji %2 dîyar dibe.

DEM Partî li gor hilbijartina 2019’an li herêma Kurdan dengê xwe bilind kir. Li gor daneyên Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) DEM Partî 10 bajar, 65 navçe û 10 belde, ango bi tevahî 85 beledîye bidestxistîye.

Hevberdevka Komîsyona hilbijartinê ya DEM Partî İlknûr Bîrol ji Dengê Amerîkayê ragihand ku, ji alîyê desthilatîyê ve nêzîkî 42 hezar hilbijêrên veguhestî Şirnax û Qers di serî de li bajarên herêmên Kurdan hatine belavkirin.

Îlknûr Bîrol, Hevberdevka Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partî.
Îlknûr Bîrol, Hevberdevka Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partî.

Bîrol got:

"Li Kurdistanê gelek bêrêtî hatin çêkirin. Me li hemberî vana têkoşînek da û hatin 31 Adarê. Zêdegavîya mezin destnîşankirina qayûman bû. Desthilatî bi vî jî nesekinî, berî hilbijartinê destkarî li ser dengdaran da û li rojavayên Tirkîyê nêzîkî 42 hezar erkdarên dewletê wek hilbijêr veguhast Kurdistanê û dengê wan bikar anî."

Hêjayî dîyarkirinê ye ku, desthilatî van gotinên DEM Partîyê red dike. Rayedarên AKP’ê radigîhînin ku welatîyên Tirkîyê ne bajarên xwe tenê dikarin dengê xwe li bajarên din jî bikar bîne. Ew didin zanîn ku wek nimûne, gelek şênîyên Stenbolê ne ji Stenbolê ne û li Stenbolê dengê xwe didin.

WEB_ED_Kurdish_Region_Election.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:26 0:00
XS
SM
MD
LG