Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DEM Partî Dibêje Dewlet û Desthilata Sîyasî jî Muxatabên Banga Ocalan In


Ayşegul Dogan
Ayşegul Dogan

Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) îro Duşemê ragihand ku dîyar kir ku dewlet û desthilata Tirkîyê jî muxatabên serekî yên banga Abdullah Ocalan in.

Rêberê girtî yê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), Ocalan di 27’ê Sibatê de bang li rexistina xwe kiribû ku çekan deyne û dawî li hebûna xwe bîne.

PKK ser banga Ocalan bi daxuyanîyeke got ku wê li gor wî tevbigere û agirbest ragihand.

Berdevika DEM Partîyê Ayşegul Dogan Ayşegul dîyar kir ku banga Ocalan ji her kesî re ye û divê ev derfet ji dest neyê dayin.

“Ev bang jibo me tevan e. Muxatabê vê bangê jibo her kesên aştîxwaz û demokratîkhez e. Bêguman îktîdar û dewlet e. Birêz Ocalan pir bi zelalî gotîye. Divê ev derfet ji dest neyê dayin. “ wê got.

Lijneya Rêvebirîya Navendî ya PDEM Partî îro li navenda giştî ya partîyê li Enqerê civya da ku piştî banga Ocalan û rûdanên tekildar “Nexşerê”ya xwe dîyar bike.

Ayşegul Dogan di navberdayîna wê civînê de ji rojnamevanan re axifî .

Dogan anî ziman ku banga Ocalan “vekirina rêya sîyaseta demokratîk û berfirehkirina wê ye,“ ku li serenserî cîhanê deng vedaye û hemû cîhan eleqeder dike.

“Jiber ku şerê li herêma me, li Rojhilata Navîn û cîhanê bi aştîyê biencam nebûne. Loma bangekî girîng û biqîmet e. Di bangê de jibo aştîyê bang hatîye kirin. Divê jibo aştîyê demûdest gav werin avêtin ku rîskên hene ji holê rabin, “wê got.

Dogan bi berdewamî bal kişand ku jibo tunekirina rîskan û fîkaran hewceye ku demûdest bi çarçoveyên qanûnî bersîva banga Ocalan were dayîn.

“Divê bi lezgînî û bi çarçoveyên qanûnî bersîv were dayin ku fikarên hene ji holê rabin. Tişta ku wê rîskan ji holê rake jî ev e. Divê ev vîna were nîşandan û di vê mijarê de qanûn werin çêkirin,“ wê got.

Wê jibo serkatîna pêyvajoyê Meclîs Tirkîyê wek navnîşana serekî nîşan da.

“Meclîs dikare gelek tiştan bike. Bigeheke girîng e. Divê hiqûq, maf, azadî, demokrasî û pergala dadê jibo her kesî bin. Yan divê rêgezên hiqûqa demokratîk bikevin merîyetê. Meclîs zemîna bicîhkirina vê ye. “

Dogan eşkere kir ku ew wek DEM Partî piştgirîya xurt didin banga Ocalan ya bi nave banga jibo “Aştî û Civaka Demokratîk ” ya Abdullah Ocalan û jibo ku bang kêrhatî be, “em jibo her tiştên pêwîst amade ne.“

“Niha bi biryardarîyekê mezintir ji duh, ez dubare dikim ku em wek DEM Partî amade ne ku bi awayekî têrker erk, berpirs û însîyatîfan bigirin ser xwe da ku pêwîstîyên vê bangê bi cih werin û pêyvajoya pêş bi rêve biçe.”

Dogan ragihand ku DEM Parti wê di rojên pêş de bi rojeva Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Ocalan bi gel re bicive.

“Emê li 101 navendan bi gel re bicivin. Emê aştîyê gotûbêj bikin. Em ketine serdemeke wisa ku emê bi hev re ava bikin. Em ji xwe û ji tecrûbeya xwe bawerin. Nexşerêya me her tim hebû. Jixwe bernameya me li ser vê hatîye avakirin,“ Dogan got.

Jêder: Weşana DEM Partî

XS
SM
MD
LG