72 dewletên ku di koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê de cîh digirin, li Washingtonê civîneke ku 3 roj dom kir li dar xist.
Nûnerê Taybet yê Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê yê Amerîka Brett McGurk dîyar kir ku li Îraqê, aştîyeke di navbera gelan de pêkan e.
McGurk di axaftina xwe de da zanîn ku 1,900,000 Îraqî vegerîyane warên xwe yên ku ji destê DAIŞ’ê bi şûnde hatine sitandin.
McGurk dîyar kir ku aştîya li Îraqê, ne tenê girêdayî girjîya di navbera Şîa û Sunîyan de ye û got ku ew referanduma serxwebûnê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ku dê di Îlonê de li dar keve rast nabîne.
McGurk bi bîr xist ku DAIŞ hê li Îraqê bi temamî têk neçûye û jibo têkoşîna bi rêxistina tundrê ewê pêwistîya bi pêşmergeyan çêbe. Nûnerê Amerîka dîyar kir ku di vê rewşê de lidarxistina referandumê ne rast e.
Bret McGurk da zanîn ku têkoşîna bi DAIŞ’ê ya li Sûrîyê, ji ya Îraqê zortir e. Karbidestê Amerîkî dîyar kir ku agirbesta ku Rûsya, Amerîka û Urdunê li başûrê rojavayê Sûrîyê ragihandîye hêvîya wan xurt dike û Rûsya wê agirbestê cidî digire.
McGurk got ku bi rindîya agirbestê ew dikarin li wê herêmê jî dest bi têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bikin.