Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şehzade Demîr: Dewleta Tirk Dikare Bê Muxatab Pirsa Kurd Çareser Bike


Berdevikê Partîya Doza Azad (HUDA-PAR) Şehzade Demîr
Berdevikê Partîya Doza Azad (HUDA-PAR) Şehzade Demîr

Li Tirkîyê pirsgirêka Kurd di nav mijarên herî sereke de cîh digire. Berdevikê Partîya Doza Azad (HUDA-PAR) Şehzade Demîr ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku ger Tirkîye kêşa Kurd çareser neke, ne pêkan e ku serketî be.

“Divê Tirkîye vê pirsgirêke çareser bike, li gor min muxatab jî ne hewce ye û dewleta Tirk bê muxatab jî dikare çareser bike,” Demîr got.

HUDA-PAR, yek ji partîyên Kurdan e û di sala 2012'an de dema hate damezirandin xwe bi rengekî Îslamî pênas kir.

Di hilbijartina seroktîya Tirkîyê de jî piştgirî da serokê niha Recep Tayyîp Erdogan.

Sîyaseta HUDA-PAR’ê her çiqas li her derê Tirkîyê were meşandin jî ew çareserkirina pirsgirêka Kurd jibo xwe wek mijareke herî sereke dîyar dike.

Berdevik Şehzade Demîr ragihand ku heke di qanûna bingehîn ya Tirkîyê de, hin xalan de guhertin werin kirin wê pirsgirêka Kurd jî bi xwe çareser be.

Demîr ser nêrîna dewletê ya di vî warî de jî wiha got:

“Dewleta Tirk gava komar damezrand, qanûna bingehîn û qanûnên ku wê demê hatin çêkirin, pirsgirêk derxist holê. Li gor nêrîna me sedema pirsgirêka Kurd dewleta Tirkîyê ye. Ew qanûna bingehîn ku hat çê kirin ne ser tevahîya gel e. Heq û hiqûqa Kurdan, mafê ku Xuda daye û mafê gerdûnî, Tirkan ji destên Kurdan girt.”

Li Tirkîyê pêvajoya çareserîya pirsgirêka Kurd piştî sala 2015’an hate dawî kirin.

Demîr da zanîn ku ger ger dewlet bixwaze bi tena serê xwe di dikare qanûnan de guhertinan çêke û pirsgirêke çareser bike.

“Heke çareserî pêwîst be; ne ez û ti, ne HDP û yê din, gerek pêşî dewleta Tirk û hikûmet berpirsîyarîyê bigre û ew bi xwe gavan bavêje. Bi ya me, pêyvajoya çereserîyê herî zêde pêwîstîya dewletê ye. Heke dewlet di nav xwe de, di nav qan û na bingehîn de pêyvajoyeke çareserîyê bide destpê kirin, ev mesele jî, jixwe de çareser dibe. Heke dewlet di vî warî de ji dil be, wê gavê ne hewceye ku bi me re an ji bi partîyeke din re rûnê, ” Demîr got.

Nêzîkbûna hilbijartinê di nav partîyan de îtifaqan jî tîne rojevê. Demîr ser îtifaqan jî sekînî û da zanîn ku ewan derîyê xwe ji ti alîyekî re negirtine.

“Em be nêzî yan jî dûrî îtifaqekekê ne. Em di vê demê de naxwazin ti cîheke jî nîşan bidin. Nêrîneke me heye û sîyaseta me dîyar e. Jiber esasên sîyaseta me jî, lê em bi her kesî û her derî re îtifaqê çêkin, ” Demîr got.

Hun dikarin tevahîya raportê li ser lînka jêrîn guhdar bikin.

Şehzade Demir: Dewleta Tirk Bê Muxatab Dikare Kêşa Kurd Çareser Bike
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:31 0:00
XS
SM
MD
LG