Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirk di Doza Kobanê de 42 Sal Cezayê Zindanê li Demîrtaş Dibire


Di Doza Kobanê de li hember Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş cezayê herî zêde hate birîn.

Dijî Demîrtaş jî bi îdiaya "alîkarîya têkbirina yekîtî û yekbûna dewletê" 20 sal û bi îdiaya "azirandina kirina tawanan" 4 sal û 6 meh cezayê zindanê hate dayîn. Herwiha, jibo axaftina wî ya di Newroza 2016an de 2 sal û 6 meh, jiber axaftina wî ya 29ê Şubata 2016’an ya li Amed'ê 1 sal û 6 meh ceza hate dayîn.

Dadgehê di rûniştina piştî navberê de hin cezayên nû li dijî Demîrtaş eşkere kirin ku jiber jimareke daxuyanîyên wî, bi îdiaya "propandaya rêxstina terorê" 1 sal 6 meh, 2 sal 30 meh, 3 sal, 1 sal 6 meh, 1 sal, 1 sal 6 meh, 2 sal cezayên din birîn. Bi van cezayên nû bi giştî 42 sal cezayê zindanê li sîyasetvanî Kurd hate birîn û biryar hate dayîn ku ew bi domdarî li zindanê were girtin.

XS
SM
MD
LG