Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş Çima Dest ji Sîyaseta Aktîf Berda?


Hevserokê Berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş li ser hesabê twittera xwe ragihand ku ew ji sîyaseta aktîf dest berdide:

“Ez li ser navê xwe lêborîna xwe ya ji dil didim. Me nikaribû ku sîyaseteke hêjayî gelê me bidin. Ez soz didim ku bi hewilên xwe yên pratîk, ezê van kêmanîya ji holê rakim… Ezê jî wek hemû hevrêyên li zindanê têkoşînê bi berxwedarî bidomînim, lê di vê demê de ji sîyasete aktîf desd berdidim.”

Ji sîyasete aktîf destberdana Demîrtaş li ser hezkerên wî bandoreke neyînî veda. Gelek peyam li ser medya civakî hete weşandin ku bila ew ji sîyasetê dest bernede. Hin rêvebirên HDP’ê jî ji vekişîna Demîrtaş xemgînîyên xwe nîşan dan.

Eva 17 sale ku Demîrtaş di nav sîyaseta aktîf de karê sîyasetê dimeşîne.

Cara yekem ew di hilbijartinên 2007’an de ketibû parlementoyê û Cîgirê Serokê Gruba Parîya Civaka Demokratîk (DTP) kiribû.

Piştî ku DTP hate girtin û Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) hate damezirandin, Demîrtaş di sala 2010’da bû Hevserokê BDP’yê.

Di navbera 2014-2018’an de Demîrtaş 4 sal Hevserokatîya HDP’ê kir. Dema hevserok bû di sala 2016’an de hate zindankirin û eva 7 sale ku li Girtîgeha Edîrneyê de ye.

Demîrtaş berî ku dest ji vekîşîna sîyaseta aktîf kir, pratîk û helwestên HDP’ê yê hilbijartina dawî bi tundî rexne kir. Ew rexnê xwe li kêm xebat û belawelayîya HDP’ê tîne ziman:

“Hun di xebatên hilbijartinê de wek komeleke herêmî û bi awayekî xeşîmî kar bikin hun nikarin serkeftî bibin. Di be ku hin kesan femnekir lê dema min di 1 Rêbendanê 2023’yan de li vê derê di nav kêm derfetan de dest bi xebatên hilbijartinê kir, armanca min ewbû ku hawarê bidim girse û civakê.”

Parêzerê Demîrtaş. Mesut Ozer li ser vekişîna Demîrtaş ji Dengê Amerîka re got ki Demîrtaş li cîyê xwe de gelek caran nêrîn û pêşnîyarên xwe dîyar kiribûn.

"Lê, ev yek di nav HDP’ê de bû sedama hin gazîncan. Gotin ‘çima ew ev qas xwe dide pêş, derheqê her tiştî de xeber dide.’ Birêz Demîrtaş jî li hemberî vana îro bertêk nîşan dide.”

Ozer, li ser careke din vegera Demîrtaş jî wiha van nêrînên xwe tîne ziman:

“Heke dixwazin Demîrtaş careke din vegere ser sîyaseta aktîf pêdivîye ku HDP yekser kongreya xwe ya awarte çêke û Demîrtaş careke din wek hevserokê HDP’ê nîşan bide û ew jî bikaribe ku hest û ramanên xwe bîne ziman.”

Zanyarê Sîyasî Tefîk Erdem jî ser biryara Demîrtaş got ku sedema wê biryarê encamên xirab yên hilbijartinê û nakokîyên navbera Qendîl û Îmralî ne.

"Jibo ku Demîrtaş her çiqas sîyaseteke Kurdîtîyê bike jî lê ew dixwaze ku ji sîyaseta tundî û çekî dest were berdan. Heke ana tiştekî wiha biketa merîyetê ev encam jî wê derneketa.”

HDP’ê di hilbijartinê 7 Hezîranê 2015’an de sedan 13,12 deng girtibû. Di hilbijartinên 1 Sermawêzê 2015’an de jî daketibû sedan 10,8, di hilbijartinê 24 Hezîranê 2018’an de jî dengê xwe bilindî sedan 11,7 kiribû. HDP’ê herî dawî di hilbijartina 14 Gulanê 2023’yan de jî sedan 8,8 deng girt.

ED_31_05_2023_Selehatin_Demirtas
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:26 0:00
XS
SM
MD
LG