Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş Bersîva Daxwazên Îdamkirina Wî Dide û Dibêje Ew Nevîyê Selahadîn Eyyûbî Ye


Sîyasetvanê Kurd yê zindankirî Selahattîn Demîrtaş îro Sêşemê ji ser Twitterê sloganên dijî wî yên di şeva 28'ê Gulanê de da ku bi hezaran alîgirên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di dema axaftina wî ya serketinê de dirûşma “ji Selo re îdam” qirîyabûn.

"Dema qralekî kal bi serketina xwe ya sexte û hîlebaz, ji balkona qesira xwe bi dengekî pir bilind derew, îftîra û gefên xwe didomîne, girseyeke lînçhez ku ji derewên wî kesî serxweş bûye, bi hevre diqîre “îdam”.

"Ew bûyer ne di Fransaya demên berê derbaz dibe. Sal 2023, cîh Enqere.

“Ne hêja ye ku bêjim hun nikarin çaketa min jî darve bikin. Ezê tenê tiştekî bêjim:

"Ez nevîyê fermandarê Kurd yê mezin Selahaddîn Eyûbî me ku min navê xwe jî ji wî biriye. Dema ew roj hat, ez soz didim ku ezê bi rewayî reftaran bi we re bikim.”

Serokomarê Tirkîyê Erdogan di axaftinên xwe de pir caran qala Demîrtaş dike û wî wek tawankar û berpirsê kuştina jimareke hemwelatîyan nîşan dide û dibêje heta ku ew li ser desthilatê ye, Demîrtaş nikare ji zindanê derkeve.

XS
SM
MD
LG