Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş Dibêje Ew Dest bi Kempeyna Hilbijartinê Dikin


Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji Twitterê dîyar kir ku ew dest bi kempeyna hilbijartinê dikin.

Demîrtaş ji şopînerên xwe re got ku ewê kempeyna hilbijartinê ji roja pêşî heta roja dawîyê bi hevre bimeşînin.

Wî got ku kempeyna wan niha ne li ser navekî û partîyekê ye. W ji şopîneran xwest ku nêrînên xwe parve bikin.

Sîyasetvanê Kurd û heserokê berê yê HDP’ê ji 2016an vir ve li Girtîgeha Edîrneyê ye û ew bi rêka parêzerên xwe peyamên xwe li ser Twitterê dimeşîne.

Demîrtaş di hilbijartina serokomarîyê ya 2018an de jî ji girtîgehê kempeyna xwe meşandibû.

XS
SM
MD
LG