Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş bang li hilbijêrên ciwan kir ku herin ser sindoqan û di gera yekê de serokomar hilbijêrin.
Demîrtaş, ku bi rêka parêzerên xwe ji Twitterê fikrên xwe radigihîne, dîyar kir hêvîya hilbijartinê ciwan in.
‘’Piranîya erkan li ser we ye gêncno, hêvî li ba we ye gêncno, herin sindoqan, dest bi guherandin bikin, dengan biparêzin û di gera yekê de biqedînin vî karî’’
Wî dîyar kir ku kesên demokrasîyê dixwazin cara pêşî ye wisa hatine ba hevdu û divê ew guh nedin wan kesan ku êrîşê dibin ser hevkarîya wan.
Demîrtaş got ku herkes ji gel ditirse û divê gel ji desthilatê netirse.
HDP, ku di Hevpeymanîya Ked û Azadîyê de ye, di hilbijartina serokomarîyê de piştgirî dide berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu.
Ew partî jiber doza ser girtina wê ji lîsta Partîya Çep ya Kesk dikeve hilbijartinan.
Jêder: Twitter