Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Selahattin Demirtaş: Divê AKP Hewila Derbeyê Neke Behane Jibo Bihêzkirina Serdestiya Xwe


Xwepîşandana HDPê li Bajarê Amed ê

Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) li dijî derbeyan li meydana ye. Hevserokê HDPê Selehettin Demirta doh jibo mîtingê li meydana îstasyonê derket pêşberê gelê Amedê û li ser rewşa dawî ya sîyasî peyam dan.

Hêjayî gotinê ye piştî teqîna li meydana îstasyonê Demirtaş ev cara yekê li vê meydanê di mîtingek de diaxive.

S.Demirtaş bibîr xist ku piştî 36 salan li Tirkiyê hewildana derbeya leşkerî pêk hat û got ew li dijî têgiştina derbeyê ne.

Demirtaş: piştî 36 salan li Tirkiyê hewildana derbeya leşkerî pêk hat, Em li dijî têgiştina derbeyê ne.

“Di 15ê Tîrmehê de derketina meydanan ya gel ne jibo AKPê ye jibo li dijî derbeyê ye. Ew helwest piştevaniya demokrasiyê ye. Jibo ku em demokrasiyê dixwazin li Stembol û li İzmirê jibo ku li dijî derbeyan li meydanan e. Tekoşîna îrada gel ya li hember derbeyê karekî raste, şerte her kesê dibêje ez demokrat im dive li dijî derbeyê derkevin. Em hem li dij derbeyê ne hem jî li dijî diktatoriyê radiwestin.

Demirtaş anî ziman divê AKP piştî hewildana derbeyê nekeve nav liv û tevgerek ku rejîma xwe ava bike. Wî got neha Tirkiye di qonaxek giring de derbas dibe, yan dê bikeve ser rêya derbeyê yan jî rêya demokrasiyê.

Demirtaş herweha îfade kir û got, her şev li çar aliyê Tirkiyê bi navê şahiya demokrasiyê pîrozbahî çêdibin û hemî televiyon van şahiyan didin nişandan. Wî rexne li televiyonan kir û da zanîn ku, hebek mitingên HDPê yên li dijî derbeyan di kanalê xwe de nişan nadin.

Demirtaş : Dewlet ne malê bavê partiyek tenê ye, yê hemû gel e

Herwiha anî ziman ku, neha dewlet ji serî heta binî jinûve tê saz kirin û got “Dewlet ne malê bavê partiyek tenê ye, yê hemû gel e. Ger daxwazên hemî beşên civakê bînin ber çavan û li gorî wê sazkirinek çêkin wê demê gel jî zêdetir xwe aydê dewletê hîs bike.

Hevserokê HDPê bibîr xist ku, ji 50 hezarî zêdetir kes di operasyonên li dijî rêxistina Gulen de ji kar hatine derxistin. Wî got divê kesên bê sûc neyên ceza kirin. Hewriha bibîr xist û got, di dozên KCKê de bi hezaran siyasetvan ji aliyê dozger û dadgerên ku girêdayê Cemaata gulenî ne hatin cezakirin.

Hevserokê HDPê bal da ser rewşa rêberê PKKê Andullah Ocalan jî ku serê salek ê ya dewlet destûrê nade parêzer û malbata wî serdana wî bikin..

Wî got “Heta ew li Îmraliyê dîl be çareserî jî pêk nayê. Ev banga aşitiyê ye, heta pirsgirêka Kurd çareser nebe her dem xetera derbeyan heye”

Demirtaş anî ziman ku, generalên operasyonên li Sûr, Cizîr, Gever û gelek navçeyan birêvedibirin, di av hewildana derbeyê de cî girtine.

Xwepîşandana HDP li Amedê (Diyarbekir)
Xwepîşandana HDP li Amedê (Diyarbekir)

“Bi tang û topan li bajarê me didan. Dema ku, me digot leşker li herêmê bi tank û topan bajaran xeradikin ji me re digotin Demirtaş xiyanetê dike.”

Hevseroka DBPê Sebahat Tuncel jî di mîtingê de axivî û got Ocalan her carê bale dida ser xetera derbeyê. Vê hewildana derbeyê dîtinên Ocalan piştrast kirin. Jibo carek din derbeyek

Sebahat Tuncel:Ocalan her carê bale dida ser xetera derbeyê. Vê hewildana derbeyê dîtinên Ocalan piştrast kirin.

nebe divê Ocalan azad bibe jiber ku derbekar pişta xwe ji neçareserkirina pirsgirêka kurd digrin.”

Li ser navê şandeya İmraliyê Sirri Sureya Onder jî axivî.

S.Sureya Onder: Salek e li navçeyên Kurdan her rojê rewşa derebyê hebû.

Onder got “Salek e li navçeyên Kurdan her rojê rewşa derebyê hebû. Ew bombeyên ku du sê seat li Enqerê Stembolê hatin barandin her rojê navçe û bajarên Kurdan xera dikir lê rojavayê Tirkiyê çav û gohên xwe ji kurdan re digirtin”. Wî jî azadiya Ocalan weke teminata aşitiyê û demokrasiyê binav kir.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:28 0:00

XS
SM
MD
LG