Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş Bang li Rêberên Rikeberîyê Kir ku bi HDP re Danûstandinên Zelal Bikin


Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji weşana Medyascope re ser hilbijartinan û rewşa rikberîyê axifî.

Demîrtaş dîyar kir ku helwesta HDP’ê eşkere û zelal e û bang li 6 partîyên muxalefetê, ku bi hev re tevdigerin, kir ku ber bi partîya wî ve gavekê biavêjin.

‘’Eger ew bi HDP re danûstandinên zelal û eşkere bikin ewê gelek kêşe werin çareser kirin.’’ Demîrtaş got.

Wî bi bîr xist ku hevserokên HDPê jimareke caran ragihadine ku ew bo hevdîtinan hazir in.

Bo pirseke ser Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, Demîrtaş dîyar kir ku ew êdî aktorekî sîyasî û biryarên dadgehê nikarin rê li ber vê rastîyê bigirin.

Demîrtaş dîyar kir ku ewê serencama wî ya sîyasî bi demê re dîyar bibe.

Dadgeheke Stenbolê di rojên borî de li Îmamoglu cezayê girtîgehê û qedexeya sîyasetê birîbû û vê yekê guman çêkiribûn ku li şûna wî qeyum were erkdar kirin.

Di hilbijartinên herêmî yên 2019an de, Demîrtaş bi awayekî eşkere piştgirîya xwe ya bo Îmamoglu ragihandibû.

Jêder: Medyascope ya Tirkîyê

XS
SM
MD
LG