Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji Twitterê ser Cejna Karkeran ya 1’ê Gulanê vîdyoyek belav kir.
Demîrtaş di vîdyoyê de 1’ê Gulanê bi Kurdî û Tirkî tê pîroz kir û bang li karker û kedkaran kir ku li qadan jibo guherîna dewranê bicivin.
"Karker û kedkar wê berê ji diz û talankaran li ser sindoqan heseb bipirsin û dawî li desthilata talanê bînin.’ Dû re jî têkoşîna kedê bidomînin û mafê xwe ji desthilata nû bi pêgirî bistînin."
Hêjayî bîrxistinê ye ku Demîrtaş ji dawîya 2016’an vir ve li Girtîgeha Edîrne ye û bi rêka parêzerên xwe peyamên xwe radigihîne û di qada sîyasetê de roleke aktîf dilîze.
Jêder: Twitter