Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş jibo berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu banga piştgirîyê kir.
Demîrtaş dîyar kir ku ger ji sindoqê guherîn dernekeve, wê jibo aborî û demokrasîyê felaketek çêbe.
‘’Êdî gera sêyan ya vî karî tuneye! Em birêz Kiliçdaroglu bikin serokomar, bila Tirkîye nefesê bistîne."
Demîrtaş bang li hilbijêran kir ku jibo guherînê herin ser sindoqan û dengên xwe bidin.
Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Partîya Çep ya Kesk jî do Pêncşemê dîyar kiribû ku ewê jibo gêrkirina desthilata Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan Yekşemê herin ser sindoqan.
Di gera yekê de Erdogan bi dengên 27,133,849 hilbijêran 49,52 ji sedê dengan û Kiliçdaroglu jî bi 24,595,178 dengan 44,88 ji sedê dengan biribûn.
Jêder: Twitter