Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş di Doza Newroza Batmanê de Beraet Kir


Green Left Party
Green Left Party

Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş di doza Newroza Batmanê de beraet kir.

Demîrtaş jiber beşdarîya li Newroza Batmanê ya 2016’an dihat darizandin.

HDP’ê di sala 2016’an de li Batmanê xwestibû ku Newrozê pîroz bike, lê walîtîya wî bajarî ew çalakî qedexe kiribû.

Dadgeha Ceza ya Batmanê jiber binpêkirina qanûnên ser kombûn û meşan doz li Demîrtaş vekiribû.

Şandeya dadgehê îro Sêşemê biryar da ku tawan çênebûye û jibo Demîrtaş beraet da.

Demîrtaş ji 2016’an vir ve di Girtîgeha Edîrne de ye.

Wî piştî hilbijartinên meha Gulanê ragihand ku ew ji sîyaseta aktîf vedikişe.

Jêder: Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG