Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sezai Temellî: Biryara Dijî Demirtaş Komployek Sîyasî ye


Sezai Temelli
Sezai Temelli

Serdozgeriya Enqere, roja înê di heqê Hevserokê HDP Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksedag de jiber bûyerên Kobanê yên ku di 6 û 7ê Cotmeha 2014'an lêpirsîneke nû da destpêkirin û biryara girtinê jibo wan biryara girtinê dan.

Di 2ê îlonê de Dadgeha Enqere jibo Demirtaş biryara serbestkirinê dabû.

Evûqatên Demirtaş roja înê jibo rojên girtî ji cezayê wî bê xistin û bi şertê kontrola edlî serbest bê serî li Dadgehê û Girtîgehê dan. Evûqat ramazan Demir dibêje di heman rojê de Dozgera Enqerê ji doza ku hatiye tehliyekiirn di heqê Demirtaş de lêpirsineke nû vekir.

"Ev ne tesaduf e û jibo Demirtaş neyê berdan ev tişt hatiye plankirin"

Çaverê bû ku Demirtaş di nav çend rojan de serbest bê berdan.

Selahattîn Demirtaş li ser hesabê xwe yê twiterê peyam da belavkirin.

"Ne edalet, ne dadger û dadgerî, ne jî qanûn heye. Em baş in, tu sûcek me nîne, em mafdar in û moralê me li cî ye."

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî jî roja şemiyê li ser biryara Dadgeha Enqere got "Ev komployek sîyasî ye.

“Berpirsê bûyerên Kobanê dewlet bixwe ye û her cara ku me xwest em li parlamenê li ser wan bûyeran lêpirsîn were destpêkirin AKP û MHP li teklîfên me redkirin. Heta ku hiqûqa tecrîdê berdewam be, komployên sîyasî jî dê bidomin."

Hun dikarin agahiyên zêdetir li ser fayla deng guhdarî bikin

Raporta Deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:14 0:00


XS
SM
MD
LG