Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş Dijî Şer Banga Aştîyê Dike


Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş piştî operasyonên Tirkîyê yên li Îraq û Sûrîyê banga aştîyê kir.

Demîrtaş, ku li Girtîgeha Edîrne girtî ye, ji Twitterê da zanîn ku êş û hêrsa piştî peqîna li Stenbolê çêbûye, bi xirabî tê xebitandin û bi ser Kurdan de bomba têne barandin.

‘’Ma pir zor e hûn bêjin ‘bijî aştî’?. Li me binêrin tevî ewqas neheqî û zilmê jî em dibêjin, netirsin, hûn jî bêjin: Ji şer re na. Emê nehêlin ku Tirkan bikin qurbanên Kurdan û Kurdan bikin qurbanên Tirkan."

Demîrtaş geşbînîya xwe dîyar kir ku ewê bi hevre civakeke aştî û biratîyê çêkin.

Karbidestên Tirkîyê ser êrîşa li Stenbolê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tawanbar kiribûn, lê wan dabûn zanîn ku ti peywendîya wan bi êrîşê re tune.

Rojnameyên welatên Rojavayî piştî êrîşên Tirkîyê dîyar kiribûn ku Enqerê ser peywendîya Amerîka û HSD’ê nerazîbûna xwe nîşan daye.

XS
SM
MD
LG