Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirk Cezayê Demîrtaş Erê Dike, Rê li ber Biryara ECHR Digire


Dadgeha herêmî ya Stenbolê cezayê sîyasetvanê Kurd Selahattîn Demîrtaş erê kir û rê li ber biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî (ECHR) girt ku berdana Demîrtaş xwestibû.

Dadgeha Cezayên Giran ya 26’an li Stenbolê bi îdiaya “propagandaya rêxistina terorê ya çekdar” 4 sal û 8 meh ceza li Demîrtaş birîbû û di heman dozê de, parlamanterê berê yê HDP'ê, Sirri Sureyya Onder jî 3 sal û 6 meh ceza xwaribû.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Demîrtaş ve Onder jiber axaftinên xwe yên Newroza 2013’an ya li Stenbolê de, li Stenbolê hatibûn ceza kirin.

Mahsunî Karaman, parêzêrê Demîrtaş ji rojnameya Evrensel'e re got ku ew biryar şermeke mezin e.

ECHR biryar dabû ku Tirkîyê mafê Demîrtaş ya darizandineke lezkirî binpê kiriye û xwestibû ku ew bi lezî û bezî were berdan.

XS
SM
MD
LG