Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Darizandina Demîrtaş Destpê Kir, Serokê Dadgehê Got Ew Alîgir E


Doza Hevserokê HDP’ê yê Berê Selahattîn Demîrtaş di 12 Mijdaran de li Enqerê di 19. Dadgeha Cezaya Giran de, li Kampusa Girtîgeha Sîncanê destpê kir û îro û sibê jî wê berdewam bike.

Di rûniştina roja yekê de Demîrtaş ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa sekinî.

“Divê we xewedî li biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) derketana, lê we pêdivîya hiqûqê bi cîh neanî, we gotinên sîyasî bi cîh anî. Jibo vê, jî hun du kes alîgir in. Yan bixwe vekişin yan jî em we naxwazin.”

Nêzîkî 150 parezvan beştarî vê dozê bûn.

Di parastina Demîrtaş de her parezvan yek yek hem biryara ECHR’ ê careke din bi bîr xistin, hem jî bi hin nimûneyan bal kişandin ser alîgirîya heyeta dadgehê û ji heyetê xwestin ku dest ji darizandinê berdin.

Parezêr Levent Kanat got ku dema ECHR’ê biryara xwe da, AKP’ê ser vê biryarê raporek amade kir ku tiştekî ne hiqûqî bû.

“Lê, heyeta vê dadgehê ti bertek hember wê nîşan neda. Ew jî tê wê wateyê ku hun di vê darizandinê de alîgir in û em dibêjin ji vê darizandinê vekişin.”

Parezêran dadgehê bi alîgirbûna bi tundî rexne kirin. Hember wan rexneyan serokê dadgehê Murat Îlhan bertek nîşan da û got ku “Erê ez alîgir im.”

Doza Demîrtaş 14 Mijidarê jî wê bidome. Parezêrên wî dibêjin ku ew dadgeh li gor çarçoveya hiqûqê darizandinê nake, li gor daxwazên sîyasetê birêve diçe, loma jî encameke di berê de hatiye dîyarkirin heye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:31 0:00

XS
SM
MD
LG