Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarê serokomarîyê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, 580 roj in di girtîgehê de ye.

Demîrtaş, ku bi rêka parêzerên xwe ji medya civakî kempeyna hilbijartinê dimeşîne, roja Çarşemê di dîroka siyasî ya cîhanê de pêşengîyek kir.

Berbijarê girtî Demîrtaş, di axaftina bi rêka telefonê ya bi xanima wî Başak Demîrtaş re, bang li hilbijêran kir.

Telemîtînga Demîrtaş, di 11:00’an ji hesabên medya civakî yên HDP’ê hat belav kirin.

Demîrtaş di axaftina xwe de dîyar kir ku dîlgirtîyekî siyasî ye û hikûmet dijî wî xebatên reşkirinê dimeşîne.

‘’Ez 20 meh in li vir, bi awayekî neqanûnî, bi biryareke bêhiqûq, wek dîlekî siyasî tême girtin. Heta îro bi ti awayî bo min û hevalên min, darizandineke adil nehat kirin’’ Demîrtaş got.

Demîrtaş da zanîn ku ‘’tevî dest û pîyên wî girtî ne’’, karbidestên hikûmetê ji rojname û kanalên televîzyonan, ‘’bê ku rawestin’’ xebatên reşkirinê dikin.

Berbijarê serokomarîyê HDP’ê da zanîn ku gel hemî rastîyan dibîne û reşbînî û feqîrî jî ne qedera Tirkîyê ye.

Demîrtaş bi berdewamî got ku ‘’dengek gelek tiştan diguherîne’’ û bo ‘’siberojeke baş’’ bo xwe û partîya xwe deng xwestin.

Di dîmenên ku ji alîyê HDP’ê ve hatine weşandin de, dîya Demîrtaş û birayê wî û endamên din yên malbatê xuya dibin. Dîmen, di 6 demjimêrên pêşî de li ser Twitterê zêdetirî 600,000 car hat temaşe kirin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG