Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş: Bi Awayekî Hiqûqî Piştrast Bu ku Dîlgirtîyekî Sîyasî Me


Hevserokê Berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ku ji Mijdara 2016’an vir ve girtî ye, bi rêka parêzerên xwe ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî (ECHR) daxuyanîyek belav kir.

Demîrtaş di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku bi biryara ECHR ya ser berdana wî hemî doz û tawanbarkirinên dijî wî pûç bûne.

‘’Bi vê biryara ECHR’ê, bi awayekî hiqûqî hat piştrast kirin ku ez dîlgirtîyekî sîyasî me. Çawa ku me roja pêşî jî got, operasyonên dijî HDP’ê, girtin û darizandina me ne hiqûqî ye û bi sedemên sîyasî pêk tên’’ Demîrtaş got.

Wî da zanîn ku biryara ECHR’ê nîşan dide ku Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê jî di nav de, hemî dadghên ku dijî wan biryar dane bi awayekî giran hiqûq binpê kirine.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser biryara ECHR’ê nerazîbûna xwe nîşan dabû û gotibû ku ew guh nadin biryara wê dadgehê.

Demîrtaş dîyar kir ku serokomarê Tirkîyê tevî biryara dadgehê jî naxwaze hiqûq û qanûnê qebûl bike û da zanîn ku ewê bi her awayî têkoşîna bo hiqûq û dadê bimeşînin.

XS
SM
MD
LG