Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş Ser Biryara Dadgeha Ewrupî Daxuyanîyeke Din Belav Kir


Hevserokê Berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş bi rêka parêzerên xwe ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî (ECHR) daxuyanîyek belav kir.

Demîrtaş da zanîn ku Enqerê bo ku li gor biryara ECHR’ê tevnegere dest bi amadekarîyan kiriye.

Wî dîyar kir ku jiber ku Tirkîye tevî biryara berdanê ya ECHR’ê jî naxwaze wî berde, êdî tê fehm kirim ku plan û operasyona wan çi ye.

Demîrtaş da zanîn ku ji nav bi hezaran dosyeyan, rojekê berî biryara ECHR’ê tenê dosyeya wî ji dadgerê raportor re hatiye şandin û got ku ew jî ne tesaduf e.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû ku ewê guh nedin biryara ECHR’ê.

Demîrtaş ji Mijdara 2016'an vir ve di Girtîgeha Edîrne de ye.

XS
SM
MD
LG