Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş bo Piştgirîya Fîlîstînê Banga Mîtîngeke Mezin Dike


Berbijarê serokomarîyê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ku li Hepsa Edîrne girtî ye, ji Twitterê maytekirina hêzên Îsraîlê ya dijî xwepêşandana Fîlîstînîyan şermezar kir.

Demîrtaş dîyar kir ku bo ‘’hovîtîya hikûmeta Îsraîlê’’ demûdest were rawestandin, divê helwesteke hevbeş were nîşan dan.

‘’Ez wek berbijarekî sekomarîyê, bang li hemî berbijarên serokomarîyê û hêzên demokrasîyê dikim ku bo protestokirina vê hovîtîyê û hevkarîya bi gelê Fîlîstînê re, bi pêşengîya civaka sîvîl li Stenbolê mîtîngeke mezin li dar xînin’’ Demîrtaş di peyama xwe de got.

Di maytekirina hêzên Îsraîlê ya bi ser xwepêşandana Fîlîstînîyan de bi kêmî ve 55 kes hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG