Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş: Mal bi Mal, Gund bi Gund Bigerin


Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê bû berbijarê serokomarîyê.

Hevserokê HDP’ê Pervîn Buldan û Ahmet Turk li Dîyarbekirê bi daxuyanîyekê berbijarîya Demîrtaş ragihandin.

Demîrtaş ji girtîgehê bi peyaman da zanîn ku ew bi biryara HDP’ê serbilind e û bawerîya ku wê partîyê daye wî barê li ser milên wî girantir kiriye.

‘’Bêguman ewê kempeyna hilbijartinê bêedalet be û zor be. Karên zorbazên kiriye nîşan dide ku ewê çi bikin. Lê emê serî neteweînin’’ Demîrtaş got.

Demîrtaş bang li dildarên HDP’ê kir ku gund bi bund, mal bi mal bigerin û ji herkesî re qala xweşîya jîyana bi aştî û biratî bikin.

XS
SM
MD
LG