Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş: Hiqûqa Tirkîyê di Bin Zordestîya AKP'ê de Ye


Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş dîyar kir ku darizandina li Tirkîyê, di bin kontrola Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) de ye û ti kes bi awayekî adil nayê darizandin.

Demîrtaş, ku ji Mijdara 2016'an vir ve li Hepsa Edîrne girtî ye, bi rêka parêzerên xwe pirsên Reuters'ê bi nivîskî bersîvandin.

"Îro ro darizandina li Tirkîyê bi temamî di bin kontrol û zordestîya AKP'ê de ye. Bo darizandina adil ti hêvî û guman tune ye. Mekanîzmaya darizandinê li gor berjewendîyên AKP'ê dizivire" Demîrtaş got.

Hevserokê HDP'ê, bi berdewamî da zanîn ku di navbera AKP û HDP de niha ti hevdîtin tune ye, lê ew her dem bo danûsitandinên aştîyê amade ne.

Ser pirseke derbarê hilbijartinên pêşwext, Demîrtaş dîyar kir ku ewê HDP di bin bendavê de nemîne û li gor anketên ku wan dane çêkirin, dengê HDP'ê di navbera 13-14 % de ye.

Hêjayî bîrxistinê ye, tevî Demîrtaş, 11 parlementerên HDP'ê girtî ne.

XS
SM
MD
LG