Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parezêr Kirkazak: Piştî Biryara Dadgehê, Divê Demîrtaş Were Berdan


Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) biryara xwe ya li ser girtîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş eşkere kir.

Li gor wê biryarê, ‘mafê ewlekarî û azadî’, ‘mafê darizandinê û berdanê di demeke maqûl de nehatiye cî’ û ‘mafê hilbijartina serbest” hatiye binpê kirin.

Biryara dadgehê di rojeva Tirkîyê de bandoreke mezin veda. Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Edogan got ku “muxatabê vê biryarê, ne em in”.

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Abdullah Gul jî got ku yên ku peyvajoya darizandinê bi rêve dibin, dê biryarê bidin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî li parlamanê got ku pêwîst e Tirkîye biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî bi cîh bîne.

Cahit Kirkazak
Cahit Kirkazak

​Cahît Kirikazak, parezêrê Demîrtaş ji Dengê Amerîka re got ku Tirkîye mecbur e ku Demîrtaş berde.

“Dibe ku dewlet rêya presedurê bijêre, lê li gor biryara ECHR, hewce ye Demîrtaş îro berde.

Kirikkaza herwiha dibêje ku taybetîya vê biryarê tiştekî din nîşan dide ku ew biryareke mînakî ye û kesên bi vî rengî hatine ceza kirin jî, divê werin berdan.

ED_Demirtas_ECHR_Kirikkaza
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:08 0:00

XS
SM
MD
LG