Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş Ser Medya Civakî Mîtîngê li Dar Dixe


Berbijarê serokomarîyê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji Twitterê dîyar kir ewê ji li ser medya civakî mîtîngekê li dar bixe.

"Ji herkesî re roj baş. Herhal li dinê cara yekê berbijarekî serokomarîyê ji girtîgehê mîtîngê li dar dixe," Demirtaş nivîsî.

Demîrtaş dîyar kir ku ewê mîtîng di demjimêr 11:00'an de ji hesabên medya civakî yên HDP'ê li dar keve.

Demîrtaş ji Mijdara 2016'an vir ve li Zindana Edîrne girtî ye.

XS
SM
MD
LG