Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş: Bo Em di Referandumê de Bêjin ''Erê'' Destnivîsa Ocalan Anîn


Rûniştina duyê ya doza Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ku ji Mijdara 2016’an vir ve girtî ye, li Enqerê pêk hat.

Demîrtaş li dadgehê dîyar kir ku heta biryara meclîsê tune be ew nikare were girtin, lê ew 15 meh in girtî ye.

‘’Di sal û nîvekê de zêdetirî 3000 endamên HDP’ê girtin. Ma HDP’ê ji nişka ve biryar da ku sûcan bike? Bo guherîna qanûna bingehîn divê HDP tawanbar bikrina û jiber vê yekê em bi awayekî neqanûnî girtin’’ Demîrtaş got.

Demîrtaş bi bîr xist ku HDP’ê di sala 2010’an de referandum boykot kiriye û wê demê wezîrekî bo ku ew dengê ‘’erê’’ bidin ji Îmraliyê destnivîsa Ocalan anîye. Demîrtaş da zanîn ku wezîr ji wan re gotîye ku ‘’ew fermana Ocalan e’’, lê wan dîsa jî biryara boykotê neguherandîye.

Demîrtaş da zanîn ku ew bawer nake ku bi awayekî adil were darizandin, lê ew li hindur be jî derve be jî ewê bo demokratîkkirina Tirkîyê bixebitin.

XS
SM
MD
LG