Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş: Ez Bang li Gele Xwe Dikim ku Zimanê Xwe Fêr Bin


Darizandina hevserokê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, ku du roj berdewam kir, îro Înê bi dawî hat.

Di roja yekê de Demîrtaş bi Kurdî dest bi aqaftinê kir. Wî berî ku parastina xwe bike, bang li gelê Kurd kir û wiha got:

“Bi rastî min dixwast Kurdîya xwe bi pêş bixista û parastina xwe bi temamî bi zimanê xwe bikira. Helbet ezê gelek xîret bikim jibo vê yekê. Qet ne girîng e ku hun min fehm bikin yan nekin, hun guhdarîya min bikin yan nekin. Lewre hun guh nadin gotinên min. Hikûmet çi dibêje hun li gorî wê biryaran didin. Qe ne ez li zimanê xwe xwedî derdikevim û bi vî rengî bersîvekê didim van polîtîkayên faşîzan.”

Dema Demîrtaş bi Kurdî axifî, ji alîyê dadgehê ve hat xwastin ku dawî li Kurdî bîne, lê Demîrtaş bangkirina xwe wiha lê dawî anî:

“Herwisa, ez dubare bangî hemû gelê me dikim ku li zimanê xwe xwedî derkeve û ez careke din vê feraseta qedexeker nalet û şermezar dikim.”

Ji Dadgehê Çavdêrî

Nav du rojan de derê dadgehê û hindirê dadgehê du qadên cûda hebûn. Gelek kesên ku hatibûn rûniştînê temaşe bikin, nehatin girtin. Heyetên biyanî jî bi aweyekî sembolîk ketin hundir û pirê wan jî nikaribûn rûniştinê bişopînin. Parêzvanê ku li Brîtanya hatibû, ew jî jibo ku parêzvan bûn destûr dan.

Çapemenîya Tirkîyê ya serekî zêde eleqe li doze nîşan neda. Li gor şîroveyan jîbo beşdarnebûna wan astengî hatibû çêkirin. Yê ku wek çapemenî beşdar bûn karta wan yê zer hebû.

Çapemenîya ku kartê wan yê zer tunebû kesek negirtin, yê beşarî rûniştinê bûn jî wek temaşevan beşdar bûn. Li hember çapemenîya biyanî, di xeta kontrolê de pêşdarazî û tûndîye ji alîyê erkdarên ewlekarîyê ve hate nîşan dan.

Hinek ji wan nehatin girtin, yên ku beşdar bûn jî bi navê çapemenîyê ne wek temaşevana ketin salona darizandinê.

Li hindurê salona dadgehê nêzîkî 150 parêzvan hebû. Serî de Demîrtaş parastina xwe hur û kur kir û heyeta dadgehê wek alîgir nîşan da û ji wan xast ji vê heyetê vekişin.

Nav du rojan de parêzvan yek yek rabûn û soz girtin. Hemû parêzvanên ku peyîvîn, got ku ew jî hevbîrê Demîrtaş in û dadgehê wek alîgir dibînin û dixwazin ku ew ji vê darizandinê vekişin.

Di roja yekê de pirtir ji 5 demjimêran parastin hate kirin: bo alîgirbûna heyeta dadgehê mînak hatin nîşandan û biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupayê hate bîrxistin. Di dawîya rojê de heyeta dadgehê bi yek hevokê biryara redkirinê da.

Parastinê ku hatin kirin û mînakên ku hatin dayîn li ser heyeta dadgehê de tesîrek çênekir. Biryara berdewamkirina girtinê hate dayîn.

Parêzvanê Demîrtaş, Cahît Kirkazak li ser darizandinê û biryara dadgehê got ku Selahattîn Demîrtaş niha rehîneyekî sîyasî ye.

“Doza ku tê meşandin ne hiqûqî ye û bi armancên sîyasî tê meşandin. Heyeta dadgehê bigihere yan jî neguhere wê tiştekî cûda pêk neyê, em baş dizanin. Encam çi dibe bila bibe emê parastina xwe heta dawî bidomînin.”

ED_12_14_2018_Selo_2
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:48 0:00

XS
SM
MD
LG