Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş bi 5 Sûcên Nû Tê Tawanbar Kirin


Selahattîn Demîrtaş

Serdozgerîya Komarî ya Dîyarbekirê dijî Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, jiber ku beşdarî ya civîna Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) ya 21’ê Cotmeha 2016’an bûye fezlekeyek amade kir.

Li gor biryarnameyê Demîrtaş bi ‘’bi awayekî eşkere biçûkxistina hikûmeta Komara Tirkîyê’, ‘’heqareta dijî serokomar’’, ‘’sorkirina gel bo dijminî û nefretê’’, ‘’pesindana sûc û sûcdaran’’ û ‘’propagandaya rêxistina terorî’’ tê tawanbar kirin.

Biryarname, bi daxwaza rakirina parêzbendîya Demîrtaş ji Midûrîyeta Giştî ya Karên Cezeyê ya Wezareta Dadê re hat şandin.

Ger parêzbendîya Demîrtaş were rakirin, dijî wî ji 5 tawanan cûda heta 16 salan cezaya girtîgehê dikare bê xwestin.

XS
SM
MD
LG