Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş dê Axaftina Hilbijartinê ya TRT'ê ji Girtîgehê Bike


Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) biryar da ku berbijarê serokomarîyê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş bo TRT’ê, ku kanala fermî ya dewleta Tirkîyê ye, ji girtîgehê biaxife.

HDP’ê biryara YSK’ê ji hesabê Twitterê ragihand û biryar şermezar kir.

Demîrtaş, li studyoyeke ku dê li Girtîgeha Edîrne were çêkirin dê du car axaftina xwe ya hilbijartinê bike.

Berî biryara YSK’ê hin jêderan dîyar kiribû ku Demîrtaş dê bo axaftina hilbijartinê du car bibin Enqerê û bînin.
Demîrtaş ji Mijdara 2016’an vir ve, di Girtîgeha Edîrne de ye.

XS
SM
MD
LG