Televîzyona NBC radigihîne ku Partîya Demokrat kursîyên xwe yên li Civata Nûneran zêde dike û piranîya wê ji destê Partîya Komarî distîne.
Bi giştî 435 Civata Nûneran hene û di hilbijartinên îro de bo hemî kursîyan hilbijartin hatine kirin.
Demokratan taybetî li Virginia, Pennsylvania, Florida, California û jimareke eyaletên din karîbûn ku kursîyên Komarî bifitilînin û berbijarên xwe bidin hilbijartin.
Civata Nûneran beşa jêrîn ya Kongresa Amerîkî ye. Destxistina piranîya Civata Nûneran jibo Demokratan pir girîng e jiber ku ew niha dikarin kontrola xwe ser rêvebirîya Serok Donald Trump xurt bikin û dijwarî ji ajendaya wî re çêkin.