Lînkên eksesibilîtî

Di Hilbijartinên Virginia û New Jersey de Demokrat Serketî Bûn


Di hilbijartinên sinor kirî de, li herdu eyaletên Virginia û New Jersey ku, şeva Sêşemê pêkhat bûn, hilbijartinên nûnertî, hakmiyet û yên deveran bûn, partiya Demkorat serkeftinên siyasîbidest xistin.

Şirovekarên siyasî û çavdêr derbarê encaman dibêjin, herçende hilbijartin di çarşovek teng de li herdu eyaletên Virginia û New Jerey bi tenê pêkhatin, lê ev serkeftina Demokratan delîle ku, dê di hilbijartinên seranserî de, yên sala bihêt de ku, yên nîva Kongresî ne, demokrat dê dîsan biserkevin, berbijêrê Demokrat Ralph Northam bi rêjeya 53.7 li hember 45.1 yê Komarîyan Ed Gillespie serkeftin bidest xist.

Herwiha jibo civta nûneran Demokratan 14 kûrsî qazanc kirin, yên ku, heta serê sibeya berî hilbijartinan di dest Komarîyan de bûn, Civata Nûneran ya ku, ji 100 kûrsîyan pêk tê, Komarî piranî bûn 66 kûrsî hebûn li hember 34 Kûrsiyên Demokratan, lê niha kûrsiyek Demokratan ji yên Komarîyan zêdetir bû ye, heta nihe dengên zela bûne Demokrat 48 kûrî li hember 47 kûrîyên Komarîyan e, 5 kûrsî mane hêjî dengên wan zelal nebûne, dibe ku deng ji nû ve bihên hejmartin da ku, yên serkeftî zelal bibin.

Ravi Bhalla kesê Demokrat û di hilbijartina de weke şaredarê Hoboken serkeftin bidest xist
Ravi Bhalla kesê Demokrat û di hilbijartina de weke şaredarê Hoboken serkeftin bidest xist

Li New Jersey Philip Murphy yê Demokrat li hember Kim Guadagno ya Komarî serkeftin bidest xist, tê gotin ku 11 Mîlyon dengder navên wan hat bûn tomarkirin û di van hilbijartina de mafê dengdanê hebû.

Ji hejî bîrxistinê ye ku, li eyaleta New Jersey li bajarê Hoboken ku rûniştvanên wê nêzîkî 50.000 kesane, Ravinder S. Bhalla ku kesekî Sîx - Sikh e, weke şaredarê bajarî hat hilbijartin yên ku, Sêşema bûrî hatîn encam dan û encam di heman şevê de derketîn.

Hoboken bajarekê hemerenge rûnştvanên wî ji gelek pêkhateyane, 5 ji sedê Hispanik yan Latino ne, herwiha 7% regezê Asiya ne.

XS
SM
MD
LG