Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Di Serketina Demokratan de Bandora Jinan, Ciwanan û Amerîkîyên Latînî Heye


Reutersê ragihand ku di serketina Demokratan ya di Civata Nûneran de jinan roleke girîng listîye.

Li gor anketa Reuters/Ipsos, ku di roja Hilbijartinên Mîdterm yên 6’ê Mijdarê de hatiye kirin, hilbijêrên jin, ciwan û Hîspanîk bandor li ser encamên hilbijartinê çêkiriye.

Di pirsnameyê de, 55 ji sedê jinan dîyar dikin ku wan di Civata Nûneran de deng daye Demokratan. Di hilbijarrtinên mîdterm yên sala 2014’an de ew rêje 49 ji sedê bû.

62 ji sedê hilbijêrên temenê wan di navbera 18 û 34’an de diguhere deng dane Demokratan ku ew rêje jî di sala 2014’an de 54 ji sedê bû.

Anket dide zanîn ku 33 ji sedê hilbijêrên Hîspanîk di hilbijartin dawî de deng dane Demokratan.

Hêjayî bîrxistinê ye, di Hilbijartinên Mîdterm yên 6’ê Mijdarê de hejmara berbijarên jin rekor şikandibû.

XS
SM
MD
LG