Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongreya Partîya Demokrat bi Awayekî Onlayn Destpê Dike


Kongreya Partîya Demokrat, ku dê bi awayekî onlayn çar rojan bidome, roja Duşemê destpê kir.

Partîya Demokrat dê kongreya xwe li Milwaukee ya Wisconsin li dar xista lê jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona û kombûnên girseyî partîyê biryar da ku kongre bi awayekî onlayn çêbe.

Joe Biden, dê berbijarîya bo Partîya Demokrat ji mala xwe ya li Delaware qebûl bike.

Şîretvanên sîyasî û alîgirên din yên Joe Biden jî dê li cem hazir bin.

Li ber e ku serokên berê yên Amerîka, Barack Obama û Bill Clinton û Berbijara Partîya Demokrat ya sala 2016’an Hillary Clinton wê di kongreyê de bipeyîvin.

Berpirsên Partîya Demokrat dê di her roj ser mijarekê danûstandinan bikin ku roja yekê mijar sê peyvên pêşî yên qanûna Amerîkî ne: – We the People – ‘’Em, gel”

Roja Sêşemê mijar dê set “’rêberî’’yê, roja Çarşemê ser ‘’yekîtî’’yê û roja Pencşemê jî ser "’sozên bo Amerîka’’ be.

Roja Duşemê, Xanima Yekê ya berê Michelle Obama, Senatora Vermontê Bernie Sanders, ku di di nav berbijarên Demokrat de berbijarê dawî yê dijî Biden bû, û Walîyê berê yê Ohio John Kasich dê di kongreyê de biaxifin.

Kamala Harris, berbijara Demokrat ya bo cîgiriya serok jî dê jî roja Çarşemê axiftinekê bike.

Çaverê ye ku delege û pêşengên Demokratan ser rêkên têkbirina Serok Donald Trump bipeyîvin.

Serok Donald Trump jî dê berbijarîya bo Partîya Komarî dê 27’ê Tebaxê de li Qesira Sipî bipejirîne.

XS
SM
MD
LG