Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demokratên Amerîkî Dixwazin Qanûna Hilbijartinê Biguherînin


Demokratên Civata Senatoran bernivîsa ser reforma hilbijartinê pêşkeşî civatê kirin.

Civata Nûneran di serê Adarê de bernivîs pejirandibû, lê çaverê ye ku ew li Civata Senatoran bi astengîyan re rûbirû bimîne.

Bernivîsa ser reforma hilbijartinê, ku 791 rûpel e, astengên di bin banê ewlekarîya hilbijartinê de radike, bandora alîkarîya madî kêm dike û rê li ber partîyên sîyasî digire ku herêmên hilbijartinê li gor berjewendîyên xwe çêkin.

Serokê Demokrat Joe Biden dîyar kir ku ger Kongres bernivîsê erê bike ewê wê bipejirîne, lê Komarîyên li Civata Senatoran dijî wê bernivîsê ne.

Bi temambûna hejmartina nifûsa Amerîka, ku deh salan carê çêdibe, eyalet dê karibin nexşeya herêmên xwe yên Kongresê çêkin û ew nexşe dê bo seh salên pêş werin karanîn.

Komarî dibêjin ku wisa eyalet dê bi awayekî sînordakirî hilbijartinan birêve bibin, pirtir hilbijêrên pêkhateyan dê beşdarî hilbijartinan bibin ku ew kêrî Demokratan tê.

Dîroka hilbijartinên Amerîka raber dike ku nexşeyan bo zêdekirina dengên alîgirên xwe û kêmkirina dengên partîyên din bikar tînin.

XS
SM
MD
LG