Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: 78 ji Sedê Demokratan Împîçkirina Trump Dixwazin


Anketa Reuters/IPSOS’ê dîyar kir ku 45 ji sedê Amerîkîyan împîçkirina Serok Donald Trump dixwazin.

Li gor anketê 78 sedê Demokratan împîçkirina Trump dixwazin û 82 ji sedê Komarîyan dijî împîçkirina Trump in.

Anket dide zanîn ku Demokrat ser bandora peyvajoya împîçkirina Trump ya li hilbijartina 2020’an, ji Komarîyan kêmtir ketine fikaran.

Demokratên ku dibêjin ‘’ger dê peyvajoya împîçkirina Trump zararê bide serketina berbijarê Demokrat yê bo hilbijartina seroktîyê divê ew proseses betal bibe’’ 27 ji sedê ne. Ew rêje di anketa meha Cotmehê de 34 ji sedê bû.

Li gor ragihandineke naxweyî ya ku Reutersê bi dest xistiye, Trump piştî ku peyvajoya împîçkirinê destpê kiriye, ji kabidestên Komarî re hin not şandine û ji wan xwestiye ku vê peyvajoyê li gor berjewendîyên xwe bikar bînin.

Di van notan de pêşnîyazên peyamên Twitterê yên dibêjin ku peyvajoya împîçkirina Trump hewildana astengkirina serketina wî ye, daneyên anketan û grafîk hene.

XS
SM
MD
LG